Xelkê bajarê Eyn Îsa banga bilezkirina proseyên pûçkirina mayînan dikin
Welat TV - Hewlêr
Xelkê bajarê Eyn Îsa li gundewarê parêzgeha Reqayê banga bilezkirina piroseyên pûçkirina mayînan li bajêr û gundewarî wî dikin.
Bi dehan kes ji xelkê Eyn Îsa îro li pêş şaredariya bajêr kom bûn û banga bilezkirina proseyên pûçkirina mayînan li bajêr û gundewarê wî kir.
Di nava kesê beşdar de, zarok jî hebûn û diruşmên ku banga parastina wan ji metirsiya teqîna mayînan dikin, bilind kiribûn.
Ev xwenîşandan tê di demekê de, ku ji destpêka salê ve, bi dehan kes li seranserê Sûriyê bûne qurbaniyên teqîna paşmayên şer.
Beriya çend rojan vîdyoyek li ser torên civakî belav bû, tê de diyar bû ku hejmarek zarok li Eyn Îsa mayînan ji nava zeviyekî radikin û mayînek bi zarokekî de diteqe bê ku rastî ziyanan were.