Ji ber lehiyan.. Tevger li dergehê Bûkemalê bi awayekî demkî rawestiya
Welat TV - Hewlêr
Tevger li dergehê Bûkemal ê sînorî li gel Îraqê ji ber lehiyan bi awayekî demkî rawestiya.
Rêveberê Peywendiyan di Desteya Giştî ya Dergeh û Gumirkê de Mazin Elûş îro da zanîn ku ji ber lehiyan tevger li dergehê Bûkemalê bi awayekî demkî rawestiya.
Elûş diyar kir ku ji ber lehiyan pira Siwê´îyê û rêya Sika ku berev dergehê diçin ji kar ketine.
Mazin Elûş diyar kir ku rawestandina tevgerê li dergehê ji bo parastina rêwiyan e û careke din dê tevger dest pê bike dema ku rê vegere rewşa xwe ya asayî.
Ev biryar tê piştî ku lehiyên mezin li ser sînorê Sûriyê û Iraqê li nêzîkî bajarê Bûkemalê çêbûn.