2 kes bûne qurbaniyên teqîna paşameyên şer li gundewarê Helebê
Welat TV - Hewlêr
2 kes bûne qurbaniyên teqîna paşameyên şer li gundewarê Helebê.
Li gundê Mexalîc yê bi ser navçeya Dêr Hafir ve, mayînek ji paşmayên şer teqiya, di encamê de, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî jêderên xwecihî, dema ku ew herdu kes li derdora gund digeriyan mayîn bi wan de teqiya û yekser jiyana xwe ji dest dan.
Ji destpêka salê ve, li gorî amarên Rewangeha Sûrî ya mafên Mirovan, 273 kes bûne qurbaniyên teqîna paşmayên şer li Sûriyê (115 kuştî û 158 birîndar).
Ji ber metirsiya paşmayên şer li ser jiyana welatiyan, xelk li deverên cuda yên Sûriyê banga pûçkirina wan paşmayan bi awayekî bilez dikin.
►Her weha biwîne.. Xelkê bajarê Eyn Îsa banga bilezkirina proseyên pûçkirina mayînan dikin