Lehiya Qamişlo mal dan ber xwe

Lehiya Qamişlo mal dan ber xwe

Welat TV - Hewlêr 

Ji ber barîna baraneke zêde hejmarek mal li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hilweşiyan.

Hin xanî jî rastî ziyanan hatine û bûne metirsî li ser nişteciyên wan malan.

Ziyandîtiyên Qamişlo dibêjin, "Mana me di nav wan xaniyan de bûye metirsî li ser jiyana me û em ê ji xaniyê xwe derkevin".

Li gorî dîmenên ji Welat TV re hatine şandin, tê de ziyanên mezin gihiştine malan.

*Li deverê lehî ye

Di çend rojên bûrî de, ji ber baranên zêde û lehiyan ziyanên canî û madî hatin tomarkirin, ziyan gihiştin bi sedan mal li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, bi taybet xaniyên kevin, di encamê de hejmareke kes di lehiyê de bûne qurbanî.