Penaberekî Kurd di bûyereke hatinûçûnê de jiyana xwe ji dest da
Welat TV – Hewlêr
Ciwanekî Kurd ê penaber li Elmanya di bûyereke hatinûçûnê de jiyana xwe ji dest da.
Malbatê ji Welat TV re got, Ferhad Mamo Cefer ê 34 salî di bûyereke hatinûçûnê de jiyana xwe ji dest da.
Malbatê da zanîn, ku bûyerê roja 20 Adarê li bajarê Hagen rû daye û îro termê wî gihiştiye Rojavayê Kurdistanê.
Ciwanê navbûrî ji sala 2014an ve li Elmanya dijiya û îro 28ê Adarê termî wî gihişt gundê Omera yê navçeya Raco ya herêma Efrînê li wir bi xakê hat spartin.