Serok Barzanî bi tundî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike

Serok Barzanî bi tundî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî, di peyamekê de bi tundî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin û tekez kir ku, tu gef, êrîş û dijminan nekariye viyana gelê Kurd bişkînin.

Serok Barzanî di peyama xwe de got, Herêma Kurdistanê tu demekê nebûye beşek ji pirsgirêk, alozî û şerên ku li deverê hene, lê mixabin hin kes hene karê wan ê sereke ew e ku çawa dijatiya Herêma Kurdistanê bikin û her tim bi neheqî êrîşî Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyan dikin û gefê li jiyan û seqamgêriya gelê Kurdistanê dikin. Serok Barzanî diyar kir, Bi dirêjahiya salên bûrî, wan bi dehên caran bi dron û mûşekan êrîşî Herêma Kurdistanê û bingehên Pêşmergeyan kiriye û xelkê bêguneh şehîd û birîndar kiriye.

*450 êrîş

Serok Barzanî got, Ji destpêka vî şerî ve jî, wan bi zêdetir ji 450 mûşek û dronî êrîşî Herêma Kurdistanê û bingehên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye. Her di wê demê de, wan 5 caran êrîşî baregeha me kiriye, lê me deng nekir da ku di nav cemawer de dilgiranî û hêrsbûn çênebin. Duh jî bi dronan êrîşî mala Serokê Herêma Kurdistanê li Duhokê kir. Mijar ne mal yan bingehên kesan e, hemû cihên Kurdistanê û hemû malên Kurdistaniyan li cem me buha ne.

*Çareseriyeke cidî û yekalîker

Serok Barzanî got jî, Êrîşên bi vî rengî şerfirotineke eşkere, zilmeke mezin û zêdegavî û neheqiyeke mezin in li dijî Herêma Kurdistanê, û divê çareseriyeke cidî û yekalîker ji wan re were danîn. Ev yek bi şermezarkirin, telefon, birûsk û komîteyan çareser nabin. Divê rayedarên Iraqê xwe yekalî bikin, an ragihînin ku ew nikarin van komên neyasayî rawestînin yan jî divê bi rengekî cidî werin ser hêlê û dewletê biparêzin û rêkarên cidî bistînin da ku êdî rê neyê dan ku êrîşên nerewa li ser Herêma Kurdistanê werin dubare kirin.

*"Kes nikare viyana me bişkîne" 

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de tekez kir ku gelê Kurdistanê bi viyan û îradeyeke polayî berevaniyê di ber peyama xwe ya aştiyane û doza xwe ya rewa de dike û tu gef, êrîş û dijminan nekariye û dê nekaribin vê îradeyê bişkînin.