Emerîka bi tundî êrîşa li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Welat TV - Hewlêr
Emerîka bi tundî êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir û bi karên terorî yên bêserûber û tirsonek bi nav kirin.
Wezareta Derve ya Emerîka di daxuyaniyekê de got, "Emerîka bi tundî êrîşên terorî yên mîlîsên terorîst yên ser bi Îranê ve li Iraqê li ser cihê rûniştina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar dike".
Li gorî daxuyaniyê, "Ev kiryarên ji aliyê Îran û birêkarên wê ve êrîşeke rasterast in li ser serweriya Iraqê û seqamgêrî û yekbûna wê".
Wezreta Derve ya Emerîka got, "Em bi tundî karên terorî yên bêserûber û tirsonek ku Îranê û birêkarên wê li Herêma Kurdistanê û tevaya Iraqê dest pê kiriye, red dikin".