Li Dêrik û gundewarê wê li devera Koçeran lehî rabûn

Li Dêrik û gundewarê wê li devera Koçeran lehî rabûn

Welat TV - Hewlêr 

Baraneke bihêz li Dêrika Rojavayê Kurdistanê û gundewarê wê bariya û di encamê de lehî rabûn.

Derengiya şeva bûrî li bajarê Dêrikê û gundewarê wê li devera Koçera baraneke bihêz bariya, lehî rbûn û asta ava çemê bilind bûye.

Li gorî dîmenên ji Welat TV re hatine şandin, li van cihan lehî rabûne:

*Kornîşa Dêrikê

*Li gundê Sêgira

*Li gundê Girzîro

*Li ser rêya gundê Kanî Ni’mê

*Li gundê Siwêdiyê

*Li dergehê Sêmalka

Li gorî jêderan, ji ber lehiyê rêyên sereke hatin girtin, û ziyanên madî hatin tomarkirin.