El-Şeri’ li gel Serokê Elmanya civiya
Welat TV - Hewlêr
Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri’ li gel Serokê Elmanya Frank-Walter Steinmeier civiya.
Îro di Çaroveya seredana xwe de bo Elmanya, El-Şeri’ li Berlînê li gel Serokê Elmanya Frank-Walter Steinmeier civiya, naveroka civînê ne diyar e.
El-Şeri’ duh bi serdaneke fermî li gel şandeke ku ji wezîrê derve Es’ed El-Şeybanî û hejmarek wezîrên din pêk tê gihişte welatê Elmanya.
Di çarçoveya serdanê de li Berlînê li gel şandekê ji revenda Sûrî civiya û li ser mijarên cuda yên siyasî û abûrî axivî.