Turkiyê: Hêzên NATO mûşekeke Îranê li Rojhilatê Deryaya Spî xiste xwarê
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku mûşekek Îranê li hundirê Turkiyê hatiye xistin.
Wezareta Berevaniyê ya Turkiyê îro di daxuyaniyekê de got ku hêzên NATO yên li Rojhilatê Derya Spî mûşekeke balîstî ya Îranê li esmanê Tirkiyê ji nav bir.
Daxuyaniyê da zanîn ku hemû rêkar hatine standin li dijî gefên li ser Turkiyê.
Ev çarem mûşeka Îranî ye li Turkiyê tê xistin, ku beriya niha mûşekek li Rojhilatê Deryaya Spî, yek li Xazî Entab û yek li Hatayî hatibûn xistin.
►Her weha bixwîne.. Berevaniya Turkiyê: Mûşekeke Îranî li Turkiyê hat xistin