El-Hîlalî: Lehiyên vê dawiyê hejmarek gorên bikom li Hesekê eşkere kirine

El-Hîlalî: Lehiyên vê dawiyê hejmarek gorên bikom li Hesekê eşkere kirine

Welat TV - Hewlêr

Berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyê ji bo Bicîkirina Rêkeftina 29ê Çileyê li gel HSD, Ehmed El-Hîlalî dîtina hejmare gorên bikom li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Ehmed El-Hîlalî îro da zanîn ku lehiyên vê dawiyê hejmarek gorên bikom li devera Şedadê li Hesekê eşkere kirine.

Berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyê got jî ku di wan goran de bi sedan termên nenas hene.

El-Hîlalî diyar kir ku Wezareta Dadê bi hemahingî li gel aliyên pispor dê dest bi lêkolînan bike ji bo naskirina nasnameyên qurbaniyan.

Li gorî El-Hîlalî, Tîma Serokatiyê dê vê doseyê bişopîne ji bo eşkerekirina rastiyê û bicîkirina dadweriyê ji qurbaniyan re.