Çavdêr: Elmanya dê 900 hezar penaberî vegerîne Sûriyê

Welat TV - Hewlêr 

Mamosteyê zanîngehê Dr. Haval Mîro da zanîn ku Elmanya dê 900 hezar penaberî vegerîne Sûriyê û mijara sereke ya civîna serokê Sûriyê li gel serok û rawêjkarê Elmanî mijara penaberan e.

Dr. Haval Mîro di çarçoveya beşdariya xwe di programa Rojeva Welat de da zanîn medyayên Elmanî tekez dikin ku di dema 3 salan de 900 hezar Sûrî dê werin vegerandin. Mîro diyar kir, niha bi hezaran tawanbarên Sûrî di zîndanên Elmanya de hene, û êdî dest bi vegerandina tawanbaran tê kirin.

Dr. Haval Mîro tekez kir, bi nerîna min daxuyanî tiştek in û li erdê tiştekî din in, ez bawer nakim ev hejmara mezin ji penaberan bi hêsanî werin vegerandin, lê kesên ku tevlî civakê nebûne û kar nakin her weha yên tawanbar dê werin vegerandin.

*"Sûriyê ne aram e"

Ji aliyê xwe ve, şirovekarê siyasî Sedîq Şirnexî got, di vê dema niha de Sûriyê nikare pêşwaziyê li penaberan bike, ji ber ku hîn rewşa siyasî, ewlehî, xizmtguzarî û abûrî nehatiye ser hev û rewş xerab e.

Şirnexî da zanîn, rewş li Sûriyê hîn ner aram e, û dem ne guncaw e ji vegera penaberan re, penaber jî naxwazin vegerin welêt, 15 sal in êdî jiyaneke nû li Elmanya damezrandine û tevlî jiyaneke nû bûne. Şirovekarê siyasî Sedîq Şirnexî tekez kir, arambûna rewşê bi parastina mafên gel ve girêdayî ye, eger rewşa siyasî rast bû wê demê warên din jî weke abûrî, ewlehî, seqamgîrî û xizmetguzarî de rast dibin.

*"Veger bi seqamgîriyê ve girêdayî ye"

Dr. Haval Mîro û şirovekarê siyasî Sedîq Şirnexî tekez kir, ku hîn rê li pêşiya Sûriyê dûr e, lê eger seqamgîriyeke siyasî çêbû wê demê weberhênan jî dest pê dikin û rê li pêş vegerê xweş dibe.