ENKSê hejmareke biryarên siyasî û rêxistinî distîne
Welat TV - Hewlêr
Civîna Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ENKSê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi rê ve çû tê de hejmarek biryar û hewlest hatin standin.
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di daxuyaniya xwe de, êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin û tekez kir "Em bi xwepêşandanên ku piştgiriya Herêma Kurdistanê dikin re ne.
*Şanda Kurdî ya hevbeş
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî got, Divê xalên rêkeftina 29ê Çileyê werin bicîkirin, û em tekeziyê li ser yekîtiya Kurdî û ektîvkirina rola Şanda Kurdî ya hevbeş dikin da ku aliyek bi tena xwe biryaran nede".
Vejandina Newrozê
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ENKSê tekez kir, Vejandina Cejna Newrozê li koşka serokatiya Sûriyê nîşaneke siyasî girîng e û gavek ber bi danpêdana destûrî ya mafên gelê Kurd e. Biryara 13an gaveke erênî û girîng e lê divê di destûrê de were çespandin.
*Rojhilatê Kurdistanê
ENKS behsa rewşa şerê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir û got, Em li gel xebata Rojhilatê Kurdistanê ne da ku di welatekî demokrat û piralî de bijîn.
*Biryarên rêxistinî
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ENKSê hejmareke biryarên rêxistinî standin û got di demeke nêzîk de kongira me ya 5an li dar dikeve, erêkirin li ser tevlîkirina Partiya Demokrata Kurdî ya yakbûyî - Sûriya bo nava ENKSê hatiye kirin û tekezî li ser ektîvkirina rola nivîsgehên ENKSê û bihêzkirina karê wan ên siyasî û meydanî hatiye kirin.