Kobanî.. Kesûkarên girtiyan banga berdana wan dikin

Kobanî.. Kesûkarên girtiyan banga berdana wan dikin

Welat TV - Hewlêr

Kesûkarên girtiyên HSDê li cem hikûmeta Sûriyê bo qonaxa veguhêz xwepêşandanek li dar xist û ji Xaça Sor a Navdewletî xwest ku kar bike ji bo doseya girtiyan.

Îro bi dehan kes ji malbatên girtiyên HSDê yên li cem hikûmetê xwepêşandanek li bajarê Kobaniyê li dar xist û banga serbestberdana kesûkarên xwe kir.

Xwepêşander li pêş şandeke Xaça Sor a Navdewletî li navenda bajêr rawestiyan û bang li şandê kir ku kar di doseya girtiyan de bike.

Her weha xwepêşanderan berê xwe da saziya şehîdan a li bajêr û banga diyarkirina çarenivîsa kesûkarên xwe kir.

Di şerûpevçûnên di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de, zêdetirî 1000 endamên HSD wenda bûn, piştî rêkeftina 29ê Çileyê hin girtî ji herdu aliyan hatin berdan li hîn çarenivîsa gelekan ne diyar e.