Serok Barzanî: Hêvîdar in şer û alozî dûrî devera me bin
Welat TV - Hewlêr
Serok Barzanî cejnên Ekîto pîroz kir û hêvî kir şer û alozî dûrî deverê bin.
Serok Barzanî îro di peyamekê de got ku bi bûneya hatina cejnên Ekîto pîrozbahiyeke germ li xuşk û birayên Kildanî Siryanî Aşûrî li Kurdistan, Iraq û seranserî cîhanê dikin û bextewrî û xweşiyê bo wan dixwazin.
Serok Barzanî got jî: "Di vê bûneyê de hêvîdar in şer û alozî dûrî devera me bin û aştî û xêr û xweşî li ser hemû cîhanê belav bibin".