5 dron li nêzîkî bingeha Qesrik a li Rojavayê Kudistanê hatin xistin

5 dron li nêzîkî bingeha Qesrik a li Rojavayê Kudistanê hatin xistin

Welat TV - Hewlêr

Di 24 demjimêrên bûrî de, 5 dron li nêzîkî bingeha Qesrik a li Rojavayê Kudistanê hatin xistin.

Li gorî jêderên xwecihê di demjimêrên bûrî de hêzên Emerîkî li bingeha Qesrik a li gundewarê Hesekê 5 dron xistin xwarê.

Li gorî jêderan ew dron di dema frînê de li esmanê bingehê, hatin xistin.

Di rojên bûrî de bingehên Qesrik û xirab El-Cîr li deverê, rastî hejmarek êrîşên bi dronan hatine, û ziyanên madî hatine tomarkirin.

Roja 23ê sibata bûrî Emerîka dest bi vekişandina hêzên xwe ji bingeha Qesrik kiribû, lê piştî 11 rojan ji şerê wê û Israîlê li dijî Îranê, hêz vegerandin wê bingehê û sîstema berevaniay asmanî jî li wir bi cî kiriye. 

►Her weha bixwîne.. Mûşekeke îranî li Hesekê ket