299 tankerên petrola xav ji Iraqê derbasî Sûriyê bûn
Welat TV - Hewlêr
299 tankerên petrola xav ji Iraqê derbasî Sûriyê bûn û berev parzûngeha Baniyasê li parêzgeha Tertûsê çûn.
Kompaniya Sûriyê ya Petrolê îro ragihand ku 299 tankerên petrola xav ji Iraqê bi rêya dergehê El-Welîd – El-Tenef derbasî Sûriyê bûn.
Komapaniyê got jî ku biryar e îro ew tanker bigihin parzûngeha Banyasê û piştre bo bazara cîhanî tê hinardekirin.
Li gorî kompaniyê, ev yek bi awayekî rasterast dê abûriya Sûriyê geşe bike.
Desteya Gitşî ya Dergeh û Gumrikê ya Sûriyê îro di daxuyaniyekê de vekirina dergehê El Tenef – El Welîd bi Iraqê ragihand û diyar kir ku vekirina dergehê dê veguhestina enerjiyê û tevgera bazirganiyê di navbera Sûriyê û Iraqê de geş bike.