Mesrûr Barzanî û Mihemed Bin Ebdilrehman tekez kir ku divê Iraq milîsan kontrol bike
Welat TV - Hewlêr
Mesrûr Barzanî û Mihemed Bin Ebdilrehman Al Sanî tekez kir ku divê Iraq grûpên dervî yasayê kontrol bike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokwezîrên Qeterê bi telefonê axivîn û rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniyekê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, herdu aliyan êrîşên terorî li ser Herêma Kurdistanê û Qeterê şermezar kirin.
Her weha dilgiraniya xwe derbarê zêdebûna asta şer û girjiyan li deverê nîşan da, û tekezî li ser giringiya parastina aştî, ewlehî û aramiyê kir.
Herdu alî hevnerîn bûn ku milîs û grûpên dervî yasayê gefek û metirsiyeke rasteqîne dirust dikin û "divê Hikûmeta Iraqê kontrola xwe li ser wan ferz bike".