Reqa.. Xwendevanên zanîngeha Şerq banga misogerkirina mafê xwendinê dikin
Welat TV - Hewlêr
Xwendevanên zanîngeha Şerq li Reqayê banga misogerkirina vegera xwe bo xwendinê dikin piştî guhertinên ku li parêzgehê çêbûyî ji encama şerûpevçûnên vê dawiyê di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz de.
Xwendevanên zanîngeha Şerq a taybet, ku berê di bin kontirola HSDê de bû û li gorî rêkeftina 29ê Çileyê ket bin kontirola hikûmeta veguhêz, di daxuyaniyekê de da zanîn ku “piştî şerûpevçûnên vê dawiyê kelûpelên zanîngehê hatin talankirin û ew ji xwendinê hatin dûrxistin”.
Daxuyaniyê diyar kir ku “niha zanîngeha Şerq bo zanîngeha Ferat hatiye tevlîkirin û xwendevanên wê nikarin xwendina xwe berdewam bikin”.
Li gorî daxuyaniyê, “belgeyên xwendevanan ên xwendinê li zanîngeha Şerq hatine veşartin û ji ber wê yekê ew nikarin li tu zanîngeheke din xwendina xwe berdewam bikin”.
Xwendevanan bang li civaka navdewletî kir ku kar bike ji bo vegerandina belgeyên wan û misogerkirina mafê wan di xwendinê de.