Sûriyê û Iraqê nûjenkirina hêla veguhstina petrolê Kerkûk – Banyas gotûbêj kir

Sûriyê û Iraqê nûjenkirina hêla veguhstina petrolê Kerkûk – Banyas gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Wezîrên Enerjiyên yên Sûriyê û Iraqê nûjenkirina hêlên veguhstina petrolê di navbera herdu welatan de bi teybetî ya Kerkûk – Banyas, gotûbêj kir.

Wezareta Enerjiyê ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyê Mihemed El-Beşîr û Wezîrê Enerjiyê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî di peywendiyeke telefonî de bihêzkirina hevkariya hevbeş di navbera herdu welatan de gotûbêj kir.

Daxuyaniyê da zanîn ku hewldanên hinardekirina petrola Iraqê bi êya Sûriyê bilind hatin nirxandin û egera hawirdekirina xaza malan bo Sûriyê hate gemgeşekirin.

Wezaretê got jî ku nûjenkirina hêlên veguhstina petrolê di navbera herdu welatan de bi teybetî ya Kerkûk – Banyas, hate gotûbêjkirin.

Di Nîsana sala bûrî de, Iraqê şandeke bilind şandibû Sûriyê ji bo gengeşekirina vejandina hêla veguhestina petrolê di navbera Kerkûk û Banyasê de. Ev hêl di sala 1952an de hatiye dirustkirin, bi dirêjahiya 800 kîlomtran e û rojane 300 hezar bermîl petrol tê re dihate şandin.