Dêra Zorê.. Zarokek piştî 9 rojan ji wendabûnê kuştî hat dîtin
Welat TV - Hewlêr
Piştî 9 rojan ji wendabûnê, zarokekî Dêra Zorê kuştî hat dîtin.
Li navenda bajarê Dêra Zorê, zarokekî 11 salî ku ji 24ê Adarê ve wenda bû, duh kuştî hat dîtin.
Jêderên xwecihî da zanîn ku termê wê zarokî li nêzîkî avahiya dadgehê li navenda bajêr hate dîtin.
Jêderan diyar kir jî ku ew zarok bi kêrê hatiye kuştin û hêzên ewlehî lêkolînan derbarê vê tawanê de dikin.
Ji destpêka salê ve, zêdetirî 100 kesî bûne qurbaniyên tawanên ser destên kesên nenas li Sûriyê, ku belavbûna çekan di nava xelkê de yek ji sedemên bilindbûna rêjeya tawanan e.