5 zarok li Idlibê bûne qurbaniyên teqîna mayînekê

5 zarok li Idlibê bûne qurbaniyên teqîna mayînekê
5 zarok li Idlibê bûne qurbaniyên teqîna mayînekê

Welat TV - Hewlêr

Pênc zarok li gundewaerê Idlibê bûne qurbaniyên teqîna mayîneke çandî.

Berevaniya Sivîl ya Sûrî ragihand ku dema hejmarek zarok di dibistaneke kevin de li bajarokê Hebît li gundewarê Idlibê dilîstin, mayîneke çandî ji paşmayên rêjîma Esed teqiya.

Di encama teqînê de 3 zarokan canên xwe ji dest dan û 2 zarokên din birîndar bûn û bo nexweşxaneyeke Hemayê hatin veguhestin.

Her weha Berevaniya Sivîl hişyarî daye welatiyan ku nêzîkî wê dibistanê û derdora wê nebin ji ber ku gelek mayîn li wir hene.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên mirovan, ji destpêka salê ve li deverên cuda yên Sûriyê 128 kesan di teqîna paşmayên şer de canên xwe ji dest dane û 177 kesên din birîndar bûne.