Libnan.. Di êrîşekê de penaberekî Kurd jiyana xwe ji dest da
Welat TV - Hewlêr
Îro 4ê Nîsana 2026an, ciwanekî penaber ê Rojavayê Kurdistanê di êrîşeke Israîlê de li Başûrê Libnanê jiyana xwe ji dest da û 2 kesên din birîndar bûn.
Malbatê ji Welat TV re got ku îro kurê wan Hesen Ebdulhelîm Nasir di êrîşeke Israîlê de li ser bajarokê Ebasiyê jiyana xwe ji dest da.
Jêderê da zanîn dema ku Nasir berê xwe dida karê xwe li nav baxçeyekî li bajarokê Abasiyê yê devera Sor a Başûrê Libnanê, rastî bombebaranê hat, di encamê de jiyana xwe ji dest da û 2 kesên din ên Sûrî birîndar bûn.
Nasir ji şêniyên gundê Îska yê navçeya Cindirêrê ya Efrînê ye û niha rêkarên veguhstina termê wî têne kirin da ku li Efrînê bi xakê were spartin.
Bi dehan Qurbanî
Di 28ê Adarê de, Israîlê hin xal li bajarokê El-Hiniyê yê heman deverê armanc kirin di encamê de bi dehan karkerên Sûrî bûbûn qurbanî.
Piştî êrîşên Israîlê, li bingehên Hizbulah li Başûrê Libnanê bi dehezaran penaber û welatiyên Sûrî ji Libnanê vegeriyan welatê xwe, û li gorî Desteya Xalên Sînorî ya Sûriyê ji despêka şer heta niha bi dehên hezaran ji penaberên Sûrî neçar bûne ji Libnanê vegeriyane.