Dronek li nêzîkî bingeha Qesrik a gundewarê Hesekê hate xistin

Dronek li nêzîkî bingeha Qesrik a gundewarê Hesekê hate xistin

Welat TV - Hewlêr

Hêzên Emerîkî droneke din li nêzîkî bingeha Qesrik a gundewarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê xist xwarê.

Derengiya şeva bûrî, hêzên Emerîkî dronek li derdora bingeha Qesrik xist xwarê.

Li gorî rewangeha Sûrî ya mafên mirovan, wê dronê hewl da cihekî hestiyar li bingehê armanc bike, beriya ku were xistin.

Di rojên dawiyê de çendîn dron li bingeha Qesrik hatine xistin. Sibata bûrî Emerîka dest bi vekişandina hêzên xwe ji bingeha Qesrik kiribû, lê piştî 11 rojan ji şerê wê û Israîlê li dijî Îranê, hêz vegerandin wê bingehê û sîstema berevaniya asmanî li wir bi kiriye.