El-Şeri´, Zelenskyy û Fîdan li Şamê dicivin

El-Şeri´, Zelenskyy û Fîdan li Şamê dicivin

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri´ li gel Serokê Ukraine Volodymyr Zelenskyy û Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan li Şamê dicive.

Îro Zelenskyy û Fîdan gihîştin Şamê, Ajansa Ruetersê ragihand ku Zelenskyy li gel El-Şeri´ mijarên berevaniyê gotûbêj dikin.

Ajansa Anadolu jî da zanîn ku Hakan Fîdan li gel El-Şeri´ û Zelenskyy di civîneke sêalî de dicive.

Li gorî Anadolu, mijarên dubare avakirina Sûriyê, gefên li ser ewlehiya wê, nirxandina pêşketina di doseya tevlîkirinê de li bakurê rojhilatê Sûriyê di çarçoveya rêkeftinên 17 û 29ê Çileyê de û bandora şerê li deverê li Sûriyê tên gengeşekirin.