Hewlêr.. Serkirdayetiya PDK-Sê serdana malbatên şehîdên pêşmergê Roj kir
Welat TV - Hewlêr
Şandeke ji serkidayetiya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya (PDK-S), di roja dawiyê ya cejna Remezanê de, serdana malbatên şehîdên pêşmergê Roj li Hewlêr û her du kampên Dareşekran û Gewîlanê kir.
Şand ji endamên Polîtbîroya PDK-Sê ”Dr. Ebdulhekîm Beşar, Seîd Omer, Hacî Kalo” û Endamên Komîta Navendî ”Mihemed Şêrîn Mihemed Emîn, Serhan Hesen, Henan Sîdo, Hêvî Wanlî” serbarî nûnerên dezgeha Şehîdên Kurdistan - Sûriya pêk dihat.
Berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demukrata Kurdistan - Sûriya Seîd Omer ji Welat TV re got: Mebest ji serdana me pêşkêşkirina pîrozbahiyan bo malbatên şehîdên me ye, her weha gihandina silav û rêzdariya serok Mesûd Barzanî bo malbatên wan e.
Ji aliyê xwe ve, Dr. Ebdulhekîm Beşar da zanîn, gelê Kurd deskeftên ku li ser destên pêşmergeyan di dema rûberûbûna terorê de hatine tomarkirin ji bîr nake û tekez kir ku PDK-Sê dê hemû daxwaziyên malbatên şehîdên pêşmergê Roj di qonaxa bê de bi cî bike.
Li ser fermana Serok Mesûd Barzanî hêzên Pêşmergê Roj sala 2012an hatin damezrandin, Pêşmergê Roj bi dehan şehîd û birîndar di şer rûberûbûna rêxistina DAIŞ a terrorist pêşkêş kirin.