Hesekê.. Hind Qebewat û Nûredîn Ehemed tevlîkirina dezgehan gotûbêj dikin
Welat TV - Hewlêr
Wezîra Karûbarên civakî û kar a Sûriyê û parêzgarê Hesekê tevlîkirina dezgehên HSDê di nava yên hikûmetê de gotûbêj kir.
Îro Wezîra Karûbarên civakî û Kar Hind Qebewat li gel şandekê seredana Hesekê kir û li gel parêzgarê wê Nûredîn Ehmed civiya.
Li gorî Rêveberiya Ragihandina Hesekê şand, Ebas Hisên rêvebirê Karûbarên siyasî li Hesekê, û Rengîn Ebdo endama Encûmena Gel a bezneya Efrînê li xwe digire.
Rêveberiya Ragihandina Hesekê got ku armanc ji seredanê şopandina rewşa mirovî û xizmetguzariyê ye.
Di civînê de herdu aliyan, çalakirin û tevlîkirina dezgehan di nava weareta karûbarên civakî de, gotûbêj kirin.
Wezîra Karûbarên civakî û kar a SûriyêParêzgarê Hesekêdezgehên HSDê di nava yên hikûmetê de gotûbêj kir.