Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li rêkeftina agirbestê di navbera Emerîka û Îranê de dike
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li rêkeftina agirbestê di navbera Emerîka û Îranê de kir û hêvî kir ku hemû alî pabend bin.
Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de li ser platforma "X" got, Em pêşwaziyê li rêkeftina agirbestê di navbera Emerîka û Îranê de dikin. Ev pêşhate gaveke giringe berev kêmkirina asta girjiyan, Parastina sivîlan û vegerandina diyaloga avaker e.
Nêçîrvan Barzanî got jî, em pêzanîna xwe ji bo hewlên tevaya aliyan ku bûne alîkar di birêvebirina vê rêkeftinê de, derdibrînin.
Serokê Herêma Kurdistanê di dawiyê de hêvî kir ku, hemû alî pabend bin bi vê rêkeftinê bi niyazeke pak û kar ji bo pêkanîna aştiyeke herdemî bikin, ji bo bihêzkirina seqamgêrî, ewlehî û geşepêdanê li tevaya deverê.