Nûciwanek di goleke avê de li gundewarê Hesekê xeniqî

Nûciwanek di goleke avê de li gundewarê Hesekê xeniqî
Nûciwanek di goleke avê de li gundewarê Hesekê xeniqî

Welat TV - Hewlêr

Nûciwanek di goleke avê de li gundekî gundewarê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, xeniqî.

Li gorî zanyariyan, îro Çarşemê li nêzîkî gundê Til El-Zeheb ê gundewarê Hesekê, nûciwanê bi navê Salih Si’ûd El-Haco di goleke avê de ku ava lehiyan tê de kom bûye, xeniqî.

Jêderan da zanîn jî ku xelkê deverê ew nûciwan ji golê derxist û berev nexweşxaneyên bajarê Qamişlo hate vegihestin, lê di rê de cane xwe ji dest dan.

Di rojên dawiyê de bi sedema barana zêde û rabûna lehiyan hejmarek bûyerên xeniqînê çêbûn û di encamê de hejmare kesan canên xwe ji dest dan.