Mesrûr Barzanî pêşwazî li agirbestê dike: Amade ne piştgiriya hemû hewlan bikin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li agirbesta Emerîka û Îranê kir û diyar kir ku Herêma Kurdistanê amade ye ji bo piştgiriya hewlên kêmkirina girjiyan bike.
Mesrûr Barzanî di peyamekê de got, "Hêvîdar in agirbesta di navbera Emerîka û Îran de berdewam be û rêxweşker be ji bo seqamgêrî û aştiyeke berdewam li deverê".
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her weha got, "Spasiya hemû aliyên ku alîkariya me di parastina Herêma Kurdistanê de kir, dikin, êrîşên ser Herêma Kurdisatanê nerewa û bê behane bûn, hêvîdar in ku tevaya êrîşên ser sivîl, pêşmerge, jêrxane û nûneratiyên deplomatîk, bi dawî werin".
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir, "Herêma Kurdistanê amade ye ku piştgiriya hemû hewlekê bike ji bo kêmkirin girjiyan û gihiştinê bo aştiyeke herdemî li tevaya deverê".