Amadekariyên dubare karkirina westgeha Elok li Serê Kaniyê têne kirin
Welat TV - Hewlêr
Amadekarî jo bo dubare vekirina westgeha Elok a avê li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê têne kirin.
Rêvberiya Ragihandina Hesekê îro ragihand ku şandeke Wezareta Enerjiyê ya Sûriyê serdana westgeha Elok kir û ew bi fermî wergirt.
Di vê derbarê de Serokê Rêveberiya Pilandanînê di Wezareta Enerjiyê de Xalid El-Xazî da zanîn ku, ew hewil didin careke din westgeh bikeve xizmeta tevaya xelkên deverê û wê ji nakokiyên siyasî dûr bixin.
Ji aliyê xwe ve, rêveberê westgeha Elok diyar kir ku ew kar dikin ji bo westgeh careke din bikeve kar.
Westgeha ava Elok, jêdera sereke ya ava vexwarinê ye ji bajarên Hesekê û Til Temir re, piştî kontirolkirina Serê Kaniyê ji aliyê Turkiyê û grûpên bi ser ve, sala 2019an, ava wê westgehê hatiye birîn û kirîzên dijwar li pey xwe hiştine.