7 endamên malbateke Sûrî li Libnanê bûne qurbaniyên êrîşan
Welat TV - Hewlêr
Di encama êrîşa duh a li ser Libnanê de, bi sedan welatî bûne qurbanî di nava wan de bi dehan penaberên Sûrî jî hene.
Jêderên xwecihî da zanîn ku endamên malbateke Sûrî bi navê malbata Xelîfe tê naskirin, bi temamî di wan êrîşan de bûne qurbanî û jiyana xwe ji dest da.
Malbat, ji 7 endamên pêk tê piraniya wan zarok in, û ji şêniyên parêzgeha Reqayê ne li Libnanê weke penaber dijiya.
Li gorî dawîn amarên Rêveberiya Giştî ya Berevaniya Sivîl duh Libnan rastî tundtirîn êrîşan ji aliyê Israîlê ve hatiye di encamê de 254 kesan jiyana xwe ji dest da û 1165 kes jî birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn, ku di êrîşan de 25 penaberên Sûrî jiyana xwe ji dest daye û hejmareke mezin jî birîndar bûne.
Ji aliyê xwe artêşa Israîlê da zanîn ku bêtirî ji 100 êrîşî di 10 xulekan de li Libnanê encam dane.