Dergehê Cideydit Yabûs - Mesne’ di navbera Sûriyê û Libnanê de hate vekirin
Welat TV - Hewlêr
Dergehê Cideydit Yabûs – Mesne’ yê di navbera Sûriyê û Libnanê de ku dikeve gundewarê Şamê, dubare hate vekirin.
Desteya Giştî ya dergeh û gumrikê ya Sûriyê ragihand, ku ji sibeha îro Pêncşemê ve, û piştî nemana metirsiyan ku ji ber wan hatibû girtin, Dergehê Cideydit Yabûs dubare hate vekirin.
*Gefên bombebarankirinê
Di rojên bûrî de Israîlê gefên bombebarankirina Dergehê Mesne’ xwaribû, ji ber vê yekê jî Hikûmeta Libnanê tevger rawestand, û aliyê Sûriyê jî rawestand.
Artêşa Israîlê gotibû Hizbulah Dergehê Mesne’ ji bo çalakiyên leşkerî bi kar tîne. Rêvebirê Dergehê Cideydit Yabûs jî ragihandbû ku dergeh xizmeta tu çalakiya leşkerî nake.
Dergehê Cideydit Yabûs – Mesne’ yê di navbera Sûriyê û Libnanê de ku dikeve gundewarê Şamêdubare hate vekirin.