Cîgirê Trump: Em negihiştin rêkeftinê û em vedigerin Emerîka

Cîgirê Trump: Em negihiştin rêkeftinê û em vedigerin Emerîka

Welat TV - Hewlêr 

Li bajarê Islam Ebad li paytexta Pakistanê, civînên demdirêj di navbera şandên Emerîka û Îranê de pêk hatin, ku bo zêdetirî 14–15 demjimêran berdewam kirin.

Jêderên Pakistanî ev hevdîtin bi awayekî giştî erênî nirxandin, lê her du aliyan jî hîn jî li ser gelek mijaran li hev nekiriye.

*Helwesta Emerîka 

Ji aliyê Emerîka ve, cîgirê serokê Emerîka JD Vance ragihand ku ev ger ne serkeftî bû, û şanda wan bêyî gihîştina bo rêkeftinekê vegeriyaye Emerîka. Got jî ku wan pêşniyarên dawî û herî baş pêşkêş kirine, lê Îranê mercên wan, bi taybetî yên girêdayî doseya çekên atomî ve, qebûl nekirine.

Serokê Emerîka Donald Trump di daxuyaniyekê de got ku tevî hemû tiştan, danûstandin gelekî kûr in û dê berdewam bikin, û her weha hişyarî da ku her alîkariyek ji aliyê Çînê ve ji bo Îranê dê encamên giran hebe.

*Helwesta Îranê

Hikûmeta Îranê jî ji aliyê xwe ve diyar kir ku ev danûstandin li ser mijarên girîng hatine kirin, wekî rakirina sizayan, bidawîkirina şerê li herêmê, mijara atomî û ewlehiya tengava Hurmizê.

*Hewldanên dîplomatik berdewam dibin

Li gorî daxuyaniyên dawî, şandên her du welatan hîn jî di pêwendiyê de ne, û hewldanên dîplomatik bi navbênkariya Pakistanê dê berdewam bikin, tevî ku ev gera danûstandinan bê encam ma.