Jineke li Helebê ji bîrekê hat derxistin û rizgarkirin

Jineke li Helebê ji bîrekê hat derxistin û rizgarkirin

Welat TV - Hewlêr 

Berevaniya Sivîl a Sûriyê ragihand ku tîmên wê jineke ketibû di nava bîrekê de li gundê Tehna li gundewarê Helebê, rizagar kir.

Berevaniya Sivîl a Sûriyê da zanîn, bîr bi kûrahiya 70 metrî ye û ew jin bo dema çend demjimêran tê de asê mabû, lê pişt re tîmên berevaniya karîn wê rizgar bikin, bo nexweşxaneyê veguhêzin, û niha rewşa wê cîgir e.

*Bûyer berdewam dibin

Di dema bûrî de, gelek bûyerên ketinê, bi taybetî zarokan, di nava bîran de li deverên cuda yên Sûriyê çêdibin, ew jî bi sedema ku ew bîr ne bi awayekî durist tên kolandin û tu hêmayên hişyariyê li ser hebûna bîrê li derdora wê tune ne.

Ev yek dibe sedema jiyanjidestanan gelek zarok û welatiyan, hevdemê wê yekê şêniyên deverê hişyariyê ji berdewamiya karesatan û dubarebûna bûyeran weha didin û banga dîrina çareseriyan dikin.