Nêçîrvan Barzanî û Ehmed El-Şeri’ beşdariyê di Korbenda Antalya de dikin

Nêçîrvan Barzanî û Ehmed El-Şeri’ beşdariyê di Korbenda Antalya de dikin

Welat TV - Hewlêr 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Sûriyê bo qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri’ beşdariyê di Korbenda Dîplomatîk de li Antalya dikin.

Biryar e ji 17 ta 19ê vê meha Nîsanê gera pêncemîn ya korbenda Diplomatîk ya antaliya li Turkiyê bi rê ve biçe.

Li gorî ku malpera fermî ya Korbendê ragihandiye, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ jî beşdar dibin.

Di gera par de jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Ehmed El-Şeri beşdar bûn û di çarçoveya korbendê de civiyan û hejmarek mijar gotûbêj kiriin.