ENKSê baregeha xwe li taxa Kurdan a Şamê vedike

ENKSê baregeha xwe li taxa Kurdan a Şamê vedike

Welat TV - Hewlêr 

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê amadekariyên vekirina baregeheke xwe li taxa Kurdan a Şama paytexta Sûriyê dike.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî da zanîn ku amadekariyên vekirina baregehekê li taxa Kurdan berdewam in û di demeke nêzîk de bi fermî vedibe.

Xwecihiya Şamê ya ENKSê diyar kir ku destnîşankirina taxa Kurdan bi mebest hatiye û armanc jê pêşkêşkirina xizmetguzariyan û nêzîkbûn ji şêniyên Kurd e.

Xwecihiya Şamê ya ENKSê tekez kir ku baregeh dê bibe pirek di navbera wan û Kurdan de, û rola ENKSê di nava civakê de her weha çalakiyan di hemû waran de bihêz bike.