Serê Kaniyê.. Şandeke tîma Serokatiya Sûriyê vegera koçberkiriyan gotûbêj dike

Serê Kaniyê.. Şandeke tîma Serokatiya Sûriyê vegera koçberkiriyan gotûbêj dike
Serê Kaniyê.. Şandeke tîma Serokatiya Sûriyê vegera koçberkiriyan gotûbêj dike

Welat TV - Hewlêr

Şandeke tîma Serokatiya Sûriyê gihişte Serê Kaniyê ji bo gengeşekirina doseya vegera koçberkiriyan.

Îro Mistefa Ebdî endamê tîma Serokatiya Sûriyê ji bo bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê ya li gel HSD gihişte Devera Serê Kaniyê û li gel rêveberiya wê civiya.

Li gorî Rêveberiya Ragihandina Hesekê, rewşa deverê û doseya vegera koçberkiriyan bo cih û warên wan tên gotûbêjkirin.

Beya çend rojan jî Ehmed El-Hîlalî berdevkê tîma Serokatiyê gotibû ku hevdîtin li gel Komisyona Bilind a Karûbarên Penaberan, Xaça Sor a Navdewletî û hejmarek rêxistinê navdewletî hatine encamdan, ji bo gotûbêjkirina vegera penaber û derbideran û asankirina rêkarên vegera dilxwazane.