El-Şeybanî û şanda wezarî li gel serokwezîrên Urdinê civiyan

El-Şeybanî û şanda wezarî li gel serokwezîrên Urdinê civiyan
El-Şeybanî û şanda wezarî li gel serokwezîrên Urdinê civiyan

Welat TV - Hewlêr

Şanda Wezarî ya Sûriyê bi serokatiya Es'ed El-Şeybanî li gel serokwezîrên Urdinê civiya.

Îro û di çarçoveya civînên wezarî yên Encûmena Hemahingiyê ya Bilind a Sûrî Urdinî de li Emanyê, wezîrê derve yê Sûriyê Es'ed El-Şeybanî û şanda pê re li gel serokwezîrên Urdinê Ce'fer Hesan civiyan.

Li gorî ajansa "Betra" ya fermî, serokwezîrên Urdinê tekezî li ser helwesta welatê xwe ya piştgir ji Sûriyê û yekbûn û aramiya wê re kir.

Ji aliyê xwe ve jî El-Şeybanî, helwestên Urdinê bilind nirxandin û tekezî li ser giringiya pêşxistina pêwendiyên dualî kir.