Şanda Wezarî ya Sûriyê bi Şahê Urdinê re civiya

Şanda Wezarî ya Sûriyê bi Şahê Urdinê re civiya

Welat TV - Hewlêr

Şanda Wezarî ya Sûriyê bi Şahê Urdinê Ubdulah El-Sanî re li Emanê civiya.

Îro û di çarçoveya civînên wezarî yên encûmena hemahingiyê ya bilind a Sûrî - Urdinî de li Emanê, Wezîrê Derve yê Sûriyê Es’ed El-Şeybanî û şanda pê re li gel Şahê Urdinê civiyan.

Li gorî kenala Memleka ya fermî, Şahê Urdinê tekezî li ser girîngiya kar ji bo pêşxistina peywendiyên abûrî, bazirganî û bihêzkirina hevkariya ewlehî di navbera herdu welatn de kir.

Beriya Civîna bi Şahê Urdinê re, Wezîrê Derve yê Sûriyê û şanda pê re li gel serrokwezîrên Urdinê Ce’fer Hesan civiyan.

Derbarê civînên li Umanê, El-Şeybanî di kongireke Rojnamevanî yê hevbeş de li gel wezîrê derve yê Urdinê Eymen El-Sefedî, helwestên Urdinê bilind nirxandin û got ku Sûriyê, Urdin û Turkiyê bîrnameyeke lihevtêgihştinê ji bo vekirina rêyên bejayî îmze kiriye.