Mihemed Ismaîl: Piştî hefteyeke din em ê dema lidarxistina kongira xwe diyar bikin

Mihemed Ismaîl: Piştî hefteyeke din em ê dema lidarxistina kongira xwe diyar bikin

Welat TV - Hewlêr

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê amadekariyên lidarxistina kongira xwe ya pêncemîn dike, serokê wê Mihemed Ismaîl da zanîn ku di demeke nêzîk de dem tê destnîşankirin. 

Îro 12 Nîsana 2026an, Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, Mihemed Ismaîl ji Welat TV re got, "Ev çend roj in, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî karûbarên xwe dike û amadekariyên lidarxistina pêncemîn kongira xwe dike".

Serokê ENKSê got jî "Dibe ku piştî hefteyeke din em dema kongira xwe diyar bikin".

Mihemed Ismaîl da zanîn, "Em dixwazin guhertinekê di nivîsîngeh, Emîndariya Giştî û Serokatiya wê de çêbikin".

Li ser asta rêxistinî, îro li hejmareke xwecihiyan, nûnerên serbixwe yên kongirê hatin hilbijartin.