Mazin Elûş: Rêkarên derbasbûnê ji Sûriyê bo Urdinê weke berê ne

Mazin Elûş: Rêkarên derbasbûnê ji Sûriyê bo Urdinê weke berê ne

Welat TV - Hewlêr

Desteya Gîştî ya Dergeh û Gumrikê ya Sûriyê ragihand ku nûçeyên derbarê hebûna rêkeftinekê ku rê dide welatiyên Sûriyê bi rêya nasname derbasî Urdinê bibin, dûr in ji rastiyê.

Rêveberê Peywendiyên Gîştî yê Desteyê Mazin Elûş îro da zanîn ku nûçeyên derbarê hebûna rêkeftinekê ku rê dide welatiyên Sûriyê bi rêya nasname û bê erêkirina pêşwext derbasî Urdinê bibin, dûr in ji rastiyê.

Elûş diyar kir ku tu guhertin di rêkarên pêwîst ên derbasbûnê bo Urdinê de çênebûne û hîn weke berê ne.

Mazin Elûş bang li welatiyên Sûriyê kir ku zanyariyan ji jêderên fermî werbigirin û ji belavkirina gotegotan dûr bikevin.

Ev daxuyabî tê piştî belvbûna gotegotan derbarê hebûna rêkeftinekê di navbera herdu welatan de ku rê dide welatiyên Sûrî bi rêya nasname derbasî Urdinê bibin.