Hikûmeta Sûriyê û Urdinê 9 rêkeftin û bîrname îmze kirin
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta Sûriyê û Urdinê 9 rêkeftin û bîrname di dawiya karên gera duyem a civînên wezarî yên encûmena hemahengiyê ya bilind a Sûrî - Urdinî de li Emanê, îmze kirin.
Ajansa Sana ragihand ku rêkeftin û bîrnameyên hatine îmzekirin kartên pêşesazî, bazirganî, tendirustî, karûbarên civakî, ewqaf, xwendina bilind, dad û dawerî, ragihandin, geştiyarî û post û xizmetguzariyên darayî bi rêyên elektronî li xwe digirin.
Îro, di çarçoveya civînên wezarî yên encûmena hemahengiyê ya bilind a Sûrî - Urdinî de li Emanê, şanda wezarî ya Sûriyê li gel Şahê Urdinê civiya û tekezî li ser pêşxistina peywendiyê dualî hate kirin.
Derbarê civînên li Emanê, El-Şeybanî di kongireke Rojnamevanî yê hevbeş de li gel wezîrê derve yê Urdinê Eymen El-Sefedî, helwestên Urdinê bilind nirxandin û got ku Sûriyê, Urdin û Turkiyê bîrnameyeke lihevtêgihştinê ji bo vekirina rêyên bejayî îmze kiriye.