Litra Mazotê bi rêjeya 72% hate bilindkirin

Litra Mazotê bi rêjeya 72% hate bilindkirin

Welat TV - Hewlêr

Nirxê Lîtra Mazotê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi rêjeya 72% hate bilindkirin.

Li gorî xwedanên westgehên sotemeniyê duh 12 Nîsana 2026an, nirxê litra mazota azad ji 5 hezar û 650 lîreyên Sûrî bo 9 hezar 750 lîreyan hate bilindkirin.

Heman jêderan got, bilindkirina nirxê mazotê piştî civîna rêveberiya sotemeniyê li deverê û wezareta petrolê ya Sûriyê tê, ku biryar hate dan nirx were yekirin.