Rêya Til Temir - Serê Kaniyê hat vekirin
Welat TV - Hewlêr
Piştî 7 salan ji girtinê, karên vekirina rêya Til Temir – Serê Kaniyê dest pê kir.
Jêdereke taybet ji Welat TV re ragihand, îro 13 Nîsana 2026an, karên vekirina rêya di navbera bajarên Til Temir û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê piştî 7 salan ji girtinê dest pê kir, û rê bi fermî vebû.
Heman jêderê got, ji ber hebûna mayîn û paşmayên şer xelk ji çûnûhatina di wê rêyê re bitirs in.
Ji sala 2019an ve, rê ji ber operasyona leşkerî ya li ser her du bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî hatibû girtin.