Fîdan: Netanyahu hewl dide ku Turkiyê wek dijminê nû ragihîne

Fîdan: Netanyahu hewl dide ku Turkiyê wek dijminê nû ragihîne

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Turkiyê, Hakan Fîdan ragihand ku Benjamin Netanyahu hewl dide Turkiyê wek dijminekî nû piştî Îranê ragihîne.

Hakan Fîdan di hevpeyvînekê de bi ajansa Andol re ragihand, "Israîl nikare bê dijmin bijî û serokwezîrên Israîlê Benjamin Netanyahu hewl dide ku Turkiyê wek dijminê xwe yê nû piştî Îranê nîşan bide".

Fîdan got jî, "Êrîşên Israîlê li Sûriyê pirsgirêk û metirsiyeke mezin in ji bo Turkiyê, niha Israîl ji ber şerê li Îranê êrîşî Sûriyê nake, lê ev nayê wateya ku di pêşerojê de êrîşî Sûriyê neke". 

Fîdan di hevdîtina xwe de diyar kir, "Divê her welatekî Rojhilata Navîn di çarçoveya rêkeftineke ewlehî de, pabendî selametî û serweriya welatên din be, û Hevkariya di navbera Yûnan, Israîl û Qubirsê de dibe sedema nebawerî, pirsgirêk û şeran".