800 hezar xwendevanî navên xwe ji bo ezmûnên polên 9 û 12an li Sûriyê tomar kirine
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê da zanîn ku zêdetirî 800 hezar xwendevanî navên xwe tomar kirine ji bo pêşkêşkirina ezmûnên bawernameyên polên 9 û 12an li Sûriyê.
Rêveberê Ezmûnan di Wezaretê de Mehmûd Hebûb, ev yek di daxuyaniyekê de ji ajansa Sana re ragihand û diyar kir ku ji hejmara giştî derdora 200 hezar xwendevan ji Hesekê, Reqa û Dêra Zorê ne.
Hebûb got jî ku xwendevanên bi awayekî azad dixwînin dikarin bi rêya lînkeke elekitronî ya navê xwe tomar bikin.
Derbarê xwendevanên li dibistanan jî Mehmûd Hebûb diyar kir ku, rêveberê dibistanê navê wan bi rêya bernameya ”Rêveberê Dibistanê” tomar dike.
Rêveberê Ezmûnan di Wezareta Perwerdeyê de da zanîn jî ku wan çaksazî li 1300 dibistanî encam dane di çarçoveya amadekariyên lojistîk ji bo lidarxistina ezmûnan de.
Li gorî Hebûb, Wezareta Perwerdeyê heyama tomarkirinê bo ezmûnan 3 caran dirêj kir ji bo berjewendiya xwendevanan nexasim ên li Hesekê, Reqa û Dêra Zorê.
Wezareta Perwerdeyê heyama tomarkirinê ji bo pêşkêşkirina ezmûnên bawernameyên polên 9 û 12an ta 16ê vê mehê dirêj kiriye.