Dadgeha Parîsê biryara zîndankirina Fîras Telas bi tometa perepêdana DAIŞê derxist
Welat TV - Hewlêr
Dadgeha Parîsê biryara zîndankirina karsazê Sûrî Fîras Telas bi tometa perepêdana DAIŞê derxist.
Ajansa AFP ragihand ku adgeha Parîsê bê amadebûna Fîras Telas biryara zîndankirina 7 salan li dijî wî derxist, bi tometa perepêdana DAIŞê, di navbera sala 2013 û 2014an de, ji bo asankirina karê Kompaniya Lafarge ya Çimento li Kobaniyê.
Fîras Telas hevparekî xwecihî bû ji kompaniya Lafarge ya çimento re li Kobaniyê.
Telas sala 2012an Sûriyê bi cî hişt û piştre piştevaniya şoreşa Sûriyê kir û piştgiriya hin grûpên çekdar bi pereyan kir.
Fîras Telas kurê mezin ê Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê ê pêştir Mustefa Telas e û karsazekî Sûrî yê navdar e.
Bi rêya vê vîdyoyê raporta derbarê dadgehkirina kompaniya Lafarge temaşe bike: