Bilindkirina nirxê mazotê nerazîbûn li Qamişlo derxistine
Welat TV - Hewlêr
Bilindkirina nirxê mazotê ji 5 hezar û 650 leyreyên Sûrî bo 9 hezar 750 leyreyan li Herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn û karvedanên tund li pê xwe hiştine.
Bilindkirina nirxê mazotê bi rêjeya nêzîkî 50% bandoreke nerênî ya rasterat li xelkê deverê kiriye, Welat TV nêrîna xelkê bajarê Qamişlo di vê derbarê de veguhestin.
Bandorên nerînî yên bilindkirina nirxê mazotê, li kartên veguhestin, pêşesazî û bazarê li Qamişlo diyar in.
Abûrînas Şukrî Yûsif ji Welat TV re da zanîn ku ev biryar bûye sedema nerazîbûnên berfireh û eger heye ku xwpêşandan bên lidarxistin.
Duh nirxê lîtra mazota azad li Cizîrê ji 5 hezar û 650 LS bo 9 hezar û750 leyreyan hate bilindkirin, ev yek hat piştî civîna rêveberiya sotemeniyê û wezareta petrolê ya Sûriyê.