Serok Barzanî: 182 hezar welatiyên Kurd tenê ji ber Kurdbûna xwe hatin şehîdkirin
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî bi bûneya 38emîn salvegera karesata Enfalê peyamek belav kir û got, Enfal birîneke kûr e di dilê hemû xelkê Kurdistanê de; yek ji mezintirîn tawanên desthilatdarên berê yên Îraqê ye ku bi awayekî sîstematîk û armancdar li dijî gelê Kurdistanê hat encamdan.
Serok Barzanî da zanîn, Di encama wê kiryara nemirovî de, 182 hezar welatiyên Kurd, bêyî ku ti gunehekî wan hebe û tenê ji ber Kurdbûna xwe, hatin windakirin û şehîdkirin.
Peyama Serok Barzanî
Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan Enfal birîneke kûr e di dilê hemû gelê Kurdistanê de. Yek ji mezintirîn tawanên ku ji aliyê desthilatdarên berê yên Iraqê ve bi awayekî sîstematîk û armanckirî li dijî gelê Kurdistanê hate kirin. Di encama wan kiryarên nemirovane de, sed û heştih û du hezar welatiyên Kurd, bêyî ku ti tawanek kiribin û tenê ji ber Kurdbûna wan, hatin bêserûber û şehîd kirin. Herwiha, kîmyabaran, Erebkirin, derxistina bi darê zorê, guhertina demografîk û wêrankirina bi hezaran gund û hewldana têkbirina hemû bingehên jiyanê li Kurdistanê, beşekî din ê wan tawanan bû ku hikûmeta berê ya Iraqê li dijî gelê Kurdistanê encam daye.
Enfal zordariyeke pir mezin bû û di heman demê de derseke girîng e ji bo nifşên niha û yên pêşerojê ku nabe di bin tu şert û mercî de were jibîrkirin. Pêwîst e ev tawan li ser asta navneteweyî weke jenosîd were naskirin û li ser asta Iraqê jî ew piştrastî hebe ku ev tawan li hemberî gelê Kurdistanê qet dubare nebin. Herwiha, erkê dewleta Iraqê ye ku ziyanên Enfal û wê jenosîda ku li dijî miletê me hatiye kirin, qerebû bike.
Di bîranîna sîh û heştemîn salvegera karesata Enfalê de, hezar silav ji bo giyanên pak ên şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînin, û em hevbeşê xem û êşa malbat û xizmên serbilind ên Enfalê ne.
Mesûd Barzanî
14ê Nîsana 2026